DAIŞê êriş kir: Generalek û 3 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir, 4 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şaneyeke veşartî ya DAIŞê doh li çola Kebacibê ya Dêrezorê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de generalek û 3 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

SOHRê da zanîn ku çekdarên DAIŞê piştî êrişê reviyane.

Li gorî SOHRê, îsal di êrişên DAIŞê de herî kêm 457 leşkerên Sûriyeyê û çekdarên girêdayî Îranê hatine kuştin.

Her wiha îsal di êrişên DAIŞê de57 sivîl jî hatine kuştin.