Çekdarên Îranê rê nadin koçberên Efrînê biçin Helebê

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu bajarokên Nubbul û el-Zehra yên li bakurê Helebê, hejmarek grûpên çekdar ên ser bi Îranê rê li ber koçberên Efrînê digirin û nahêlin ew biçin Helebê. Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo jî dibêje, çekdaran dest danîne ser 25 otombêlên koçberan.

Hejmarek ji grûpên çekdar li nêzîkî rêbendên hêzên hikûmeta Sûriyê li ser rêya navdewletî ya 214, rêbend ji xwe re danîne daku rê li ber koçberên Efrînê bigirin û nehêlin ew biçin bajarê Helebê.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji navçeya Til Rifetê ku nêzîkî Nubbul û el-Zehra ye, wan grûpên çekdar ku rêbend danîne gelek astengî ji koçberên Efrînê re derxistine û rê nadine wan ku ber bi Helebê ve biçin.

Wan grûpan dest danîne ser otomobîlên beşekî ji koçberan jî. Li hinek rêbendan jî, otomobîlên koçberên Efrînê ji aliyê wan çekdaran ve hatin gulebarankirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, heta niha wan çekdaran dest danîne ser 25 otombêlên welatiyan û rê li ber çûn û hatina koçberan girtî ye.

Ibrahîm Şêxo got: “Ew zêdetirî 20 roj in kesên girêdayî milîsên Îranê li bajarokê Nubbul el-Zehra rêya sereke ya navbera Helebê û Şehbayê qut kirine. Em dizanin li herêma Şehbayê zêdetirî 100 hezar koçberên Efrînê lê bicih bûne piştî dagirkeriya Efrînê. Ew rê yekane rê ye ku xelk bikarin derbasî Helebê bibin, pêwîstiya xelkê bi serdana bo cem pizîşkan û herwiha hewcedariya wan bi pêdiviyên mirovî heye, lê rê hatiye qutkirin.”

Şêxo diyar kir, ew daxwaz ji mezin, aqilmend û rîspiyên devera Nubbul el-Zehrayê dikin ku destwerdanê bikin û nehêlin ew rewş berfirehtir bibe.

Di şerê navxwe yê Sûriyê de, her du bajarokên Nubbul û el-Zehra ji sala 2012 ve heta 2016an ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hatibû dorpêçkirin, lê belê neketibû destê wan û kontrola wan her du bajarokan her di destê artêşa hikûmeta Sûriyê û milîsên alîgirên wê de ma.