Şer û pevçûn li Hema û Idlibê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer bi berdewamî li esmanê herdu parêzgehên Hema û Idlibê tên dîtin.

 

Şer û pevçûnan ziyaneke mezin bi dû xwe de aniye û sivîl dibine qurbanî û bêhtirî 150 hezar kes ji navçeyê koçber û derbider bûne.

 

Endamê kumsipiyan Motaz Elî dibêje: “Ji bin van kavilan me du zarok û jinek derxistin, ev jî bi sedema bombebarana Esed û hevpeymanên wî li ser zarokên me yên sivîl e, ew bûye sedema vê wêraniya ku hûn bi xwe dibînin, herwiha bûye sedema kuştina 2 zarok û jinekê."

 

Bi sedema destpêkirina şer û pevçûnan, rêxistinên mirovî gihandina alîkariyên mirovî sekinandine.

 

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, li eniya şer li Kefernibûde, dest bi êrîşa berûvajî kirine û vê yekê pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê sist kiriye.

 

Pêgeheke stratejîk a bajarokê Kefirnibûde heye û dikeve parêzgeha Hemayê.

 

Efserekî Artêşa Sûriyê dibêje: “Me grûpek çekdar kişif kirin ku hewl didan êrîşî xalên artêşê bikin, li ser mihwerê Kefernibûdê, û me wesayîtên wan ên mînkirî kifiş kirin ku hewl didan bi wan êrîşî xalên artêşa Sûriyê bikin. Me wesayîtên wan ên mînkirî teqandin û me tevahiya çekdar jinavbirin.”

 

Destpêkirina şer û pevçûnan li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê di demekê de ye ku di dawiya sala 2018an de, bi piştevaniya Rûsya û Tirkiyê, agirbest li navçeyê hatibû ragihandin, lê bi bihaneya pêpendnebûna bi agirbestê, hikûmeta Sûriyê dest bi êrîşên xwe li ser vê navçeyê kir û bi tundî deverên li jêr destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bombebaran dike.