Kulîlkên pirteqalan bûne çavkaniya dahata xelkê

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Laziqiyeyê ya Sûriyeyê kulîlkên pirteqalan bûne çavkaniyeke dahatê ya xelkê.

Ava kulîlkên pirteqalan ji bo çêkirina şîrînayan tê bikaranîn û ji aliyê wan dikanên ku şîrîniyan çêdikin ve daxwazeke zêde li ser heye.

Welatiyekî Sûriyeyî yê niştecihê bajarê Laziqiyeyê Mihemed Elî bi wî karî re mijûl e.

Pîşeya wî çêkirina ava kulîlkên pirteqalan e û ew dibêje ku ji bav û bapîrên wî jê re maye.

Welatiyê Sûriyeyî Mihemed Elî got:

“Ava kulîlkên pirteqalan ji bo çêkirina şîrînî û kunefeyê tê bikaranîn û ji aliyê wan dikanên ku şîrîniyan çêdikin ve daxwazeke zêde li ser heye.”

Mihemed destpêkê kulîlkan jê dike û wan datîne ser sêniyekê û piştre ligel pelên dara pirteqalê du rojan di nav amûrekê de li ser agirê kêm datîne.

Dema amade dibe, dixe nav çend şûşeyan û li bazarê difiroşe.

Welatiyê Sûriyeyî Mihemed Elî herwiha anî ziman:

“Pêdiviya her kîloyek kulîlkên pirteqalan bi lîtreyek avê heye ji bo ku berhemekî baş jê derkeve.

Piştre pelên dara pirteqalê lê tê zêdekirin, divê amûr baş hatibe girtin da ku hilm bi hêsanî ber bi jor ve bilind bibe.”

Mihemed ji xeynî kulîlkên pirteqalan li gorî demsalê çend cor kulîlk an gulên din dikelîne û ji bo armancên cuda bi kar tîne ku ew jî bûye çavkaniya debara jiyana wî.

Ava kulîlkên pirteqalan pêkhateyeke sereke ye di çêkirina çend corên şîrîniyan de, wekî çareserî jî ji bo jana zik û kêmxewiyê sûd jê tê wergirtin.