Bereya Kurdistana Sûriyeyê: Divê HSD helwesta xwe eşkere bike

Hewlêr (Rûdaw) - Bereya Kurdistana Sûriyeyê bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ku li hemberî reşnivîsa destûra Sûriyeyê helwesta xwe eşkere bike.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê derbarê reşnivîsa destûra Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Bereyê eşkere kir ku di destûrê de behsa parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê nehatiye kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi hin xalên destûrê hat kirin û wiha hat gotin:

“Daxuyaniya destûrê ya ku îro li Şamê hatiye derxistin ti nîşanên rastîn ji bo damezrandina dewleteke demokratîk û nenavendî hilnagire lê belê rêbazên navendî yên berê ku sedemên bingehîn ên qeyranên berdewam ên Sûriyeyê ne dubare dike.

Tevî ku hewl dide prensîba hemwelatîbûnê nîşan bide lê di kakila xwe de cudakariya rêkxistî bi rêya israrkirina li ser xwesera Erebî ya dewleta Sûriyeyê di demekê de ku pirrengiya neteweyî û olî paşguh dike ku tê wateya berdewamkirina siyaseta înkarkirina mafên Kurd û pêkhateyên din.”

“HSD divê helwesta xwe zelal bike”

Bereyê Kurdistana Sûriyeyê amaje bi desthilata serokkomariyê jî kir û got:

“Ev daxuyanî desthilateke berfirehî dide serokkomariyê ku dibe navenda qursa siyasî ya mutleq, tiştekî ku berevajî yê prensîbên demokrasiyê û cudakirina rastîn a hêzên desthilatê ye.

Bi ser de jî, sînorkirina serokatiya dewletê bi olekê ve binpêkirineke eşkere ya prensîba hemwelatîbûnê ye û dûrxistin û cudakariyê li dijî kesên ne Misilman pêk tîne.

Daxuyaniyê bi ti awayî behsa parastina mafên neteweyî yên Kurd û pêkhateyên din nekiriye, ku nîşan dide berdewamiya rêbaza perawêzkirinê ku mafên çandî û zimanî yên van pêkhateyan nas nake.

Her wiha bi awayekî zelal wekheviya temam a navbera her du zayendan di maf û erkdariyan de nas nekiriye.

Em li vir bang li hêzên demokratîk ên welat dikin ku helwesteke mêrxas nîşan bidin ku wêneya rastîn a Sûriyeyê diyar bike.

Her wiha bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin ku helwesta xwe ya derbarê destûrê de ragehînin, bi taybetî ku wan berî çend rojan peymanek bi serokê rêveberiya nû ya li Şamê re îmze kiribû û em dipirsin gelo piştî vê daxuyaniyê ew dê li wê peymanê xwedî derkevin.

Her pêvajoyeke destûrî ku pirrengiya neteweyî û olî ya welat li ber çavan nagire û bingeha sîstemeke siyasî ya demokratîk û nenavendî ava nake, dê tenê dubarebûna sîstemeke navendî ya zordar be.

Sûriyeya nû nikare li ser perawêzkirin û zordariyê were avakirin, lê divê li ser bingeha peymaneke civakî be ku mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike, û nêrînên wan ên azadî, dadwerî û beşdarbûna rastîn di diyarkirina çarenivîsa xwe de nîşan bide.”

Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne

Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê îro ragihand ku reşnivîsa destûra qonaxa veguhaz radestî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye.

Komîteyê tekez kir ku navê welatê Sûriyeyê wekî "Komara Erebî ya Sûriyeyê” dê bimîne û ti guherîn lê nayê kirin.

Di reşnivîsa destûrê de hatiye destnîşankirin ku Îslam jêdera sereke ya yasayê ye li Sûriyeyê û dewlet dê parastina xak û gelê xwe bike.

Her wiha hatiye tekezkirin ku hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî cudahî xwediyê heman maf û erkan in.

Li gorî daxuyaniya Komîteyê, di qonaxa destûrî ya nû de, desthelat dê di navbera parlamento û serokkomariyê de were parvekirin.

Parlamentê dê desthelata yasayî bike lê desthelata cîbicîkar dê di destê serokkomar de be.

Serokkomar dikare di dema pêwîst de rewşa awarte ragihîne û her wiha pêwendiya wezîran rasterast bi serokkomar re dê hebe.

Rêveberiya Xweser: Destûra nû dişibe ya Hikûmeta Beasê

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser reşnivîsa destûra Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got:

"Em tekez dikin ku ev îlan pîvanên pirçandiya neteweyî ya Sûriyeyê nîne.

Bi vî awayî ev îlan ji nû ve nîşana "zihniyeta takekesî" ye ku berdewamiya rewşa berê ye ku li Sûriyeyê hebû û gel li dijî wê serhildan kir."

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê reşnivîsa destûra nû ya Sûriyeyê rexne kir û şiband "berdewamiya hişmendiya takekesî" ya rejima Beasê.