Hejmarek dîplomat: Li ser deriyê sînor ê Bab el-Hewa rêkeftin hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke dîplomatan ji medyaya navdewletî re gotine, endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve li hev kirine ku di civîna xwe ya derbarê Sûriyê de moleta gihandina alîkariyan di riya deriyê Bab el-Hewa re bo 6 mehên din dirêj bikin.

Welatên rojavayî daxwaz dikirin ku ew molet bo saleke din jî bihê dirêjkirin, lê Rûsyayê ew yek red dikin û tenê razî bû ku ew derî bo dema 6 mehên din vekirî be.

Niha li gor ajansa AFP a Fransî, hejmarek dîplomatan ragihandine ku 15 endamên Encûmena Asayişê li hev kirine ku deng li ser 6 mehan bidin.

Li gorî wê rêkeftinê, çêdibe ku di destpêka sala 2023an de ew molet bihê dirêjkirin.

Ji roja Yekşema vê heftiyê ve moleta gihandina alîkariyan di deriyê Bab el-Hewa de bo Sûriyê bidawî hat û Encûmena Asayişê hîna biryara xwe ya dawiyê nedaye, tenê bi gotina çend dîplomatan dê ew molet bo 6 mehên din bihê dirêjkirin.

Reşnivîsa herî dawî ya projebiryarê ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatiye pêşkêşkirin. Di projebiryarê de daxwaz tê kirin ku du mehan carekê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî raportekê derbarê cîbicîkirina biryarnameyê de pêşkêş bike, herwiha hatiye gotin ku eger Encûmena Asayişê bixwaze, dikare cîbicîkirina projebiryarê dawestîne.

Cîgirê Balyozê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî Dmitry Polyanskî dibêje, “Moskow bi kêmtirîn guhertin, biryarnameyê pesend dike.”

Li gor ofîsa hevahengiya karûbarên mirovî ya Netewên Yekbûyî, îsal zêdetir ji 4,600 barhilgir alîkarî ku piraniya barê wan xwarin bûye, di Bab el-Hewa re derbas bûne û alîkarî gihandine nêzî 2 milyon 400 hezar kesên Sûrî.