Gelo nûnerên Siwêdayê û Şamê li hev kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsa "Nûnerên parêzgeha Siwêdayê li gel hikûmeta qonaxa veguhêz a Şamê rêkeftin kirine yan na?" li Sûriyeyê bûye rojev.

Derbarê vê mijarê de, daxuyanî û helwestên nakok ji parêzgeha Siweydayê derdikevin.

Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi çavkaniyeke agahdar û nêzîk ji Şêx Hikmet Hecerî, şêxê Durziyan kir û li ser mijarê zanyarî wergirtin.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê tekez kir ku ti rêkeftin nehatine kirin û ew 23 kesên ku li gel serokê qonaxa veguhêz Ehmed Şer civiyane, nûneratiya pêkhateya Durziyan nakin.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir ku komên çekdar ên danûstandinê bi Şamê re dikin hene.

Li gorî çavkaniyî komên ki danûstandinan dikin ev in: Tevgera Rîcal el-Kerame ya bi fermandariya Leys Belhûs, Koma Lîwaya el-Cebel a bi fermandariya Şekîb Ezam û Koma Ehrar el-Cebel a bi fermandariya Silêman Ebdûlbaqî ne.

Kordînatorê Komeleya Sûriyeyiyên Sekuler ên Demokrasîxwaz Semîr Ezam ji Rûdawê re got, ne tenê Rêkeftin nehatiye kirin, lê xelkê pareêzgehê xwepêşandan li dijî desthilata Şamê kirine.

"Di navbera Siweyda û Colanî de ti rêkeftin nînin"

Kordînatorê Komeleya Sûriyeyiyên Sekuler Semîr Ezam li ser danûnstandinê bi Şamê re wiha got:

"Ti rêkeftin di navbera Siweyda û Ebû Mihemed el-Colanî, ango Ehmed Şer de nehatine kirin.

Berûvajî, beriya hefteyekê cemawer serhildan kir, bi sedema hejariyê û bêhîvîbûnê ji vê rejîma Îslamîst.

Bi hezaran xelkê xwenîşandan kir û berê xwe dan baregeha parêzgehê û nûnerê Şer ê parêzgehê û fermandarê polîsan ku wî destnîşan kiribû jê derkirin.

Tiştî bûyî, hin kes çûne Şamê û li gel Ehmed Şer civiyan lê ne tu daxuyaniyên hevbeş derketin û ne tu encam diyar bûn. Ev e tiştê bûyî."

Lê roja çarşemê, belgeyeke hevtêgihiştinê ku ji 12 xalan xalan pêk tê belav bûye ku 6 kesayetiyên parêzgeha Siweydayê li ser îmze kiriye.

Piştî ketina rejîma Sûriyeyê ya berê, Encûmena Leşkerî ya Siwêdayê hatiye damezirandin, û hejmareke mezin ji xelkê parêzgehê tevlî rêzên wê encûmenê dibin.