Li Babê êrişî leşkerên artêşa Tirk kirin
Navenda Nûçeyan – Li Baba ku dikeve bakurê Sûriyê di encama şer û pevçûna di navbera çekdarên rêxistina DAIŞ û leşkerên artêşa Tirkiyê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên artêşa Tirkiyê ên ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li herêma El Bab a Sûriyê operasyonê pêk tînin, îro rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê Tirkiyê, di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de, li devera Babê di şerê navbera çekdarên rêxistinaDAIŞ û leşkerên artêşa Tirkiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bûne ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên bajarê Kilîsa Bakurê Kurdistanê.