Deriyê sînorî yê Girê Spî-Akçakale ket destê DAIŞê

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, deriyê sînorê yê navbera bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Akçakale ya Rihayê ketiye bin kontrola çekdarên rêxistina DAIŞê ya girêdayî El Qaîdê, ji ber êw jî hêzên opozîsyona Sûriyê reviyane Tirkiyê.

Li gorî malpera Radîkalê, çekdarên rêxistina îslamî ya DAIŞê deriyê sînorî yê navbera bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Akçakale ya Riha ji destê hêzên opozîsyona Sûriyê derxistine.

Li gorî nûçeyê, di şer û pevçûnan de gellek kes ji her du aliyan hatine kuştin lê hêzên opozîsyonê yên ku zinda mabûn, reviyane Tirkiyê.

Li gorî agahiyan, hefteyek e li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên opozîsyonê û çekdarên DAIŞê şer û pevçûn didome û ev 3 roj in navçe ji aliyê çekdaran ve hatiye dorpêçkirin.

Hat gotin, Girê Spî bi tevahî ketiye bin kontrola DAIŞê û ji ber wê jî duh bi şev hêzên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî artêşa azad reviyane Tirkiyê.

Di nûçeyê de hat gotin ku di destpêkê de çekdarên opozîsyonê xwastin bi çekên xwe ve derbasî Tirkiyê bibin lê hêzên Tirkiyê rê nedan lê piştî çekên xwe danîn, karîn derbas bibin.

Hat zanîn, piştî hefteyek şer û pevçûn, îro bajarokê Girê Spî rojek bêdeng derbas kir.

Hêzên Tirkiyê jî di rewşek amadebaş de ne.