MINBIC - Bermahiyên şer teqiyan: 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Minbicê yê Helebê di encama teqîna bermahiyên şer de 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî li gundê Yelanliyê yê Minbicê di dema berhevkirina zeytûnan de teqemeniyên bermahiyên şer bi kesên ku zeytûn berhev dikirin de teqiyan.

Di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn.

17 kesên ku birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Birkilê ya Minbicê.