SÛRIYE - Li dijî tundûtûjiya li ser jinan meşek hat kirin: ‘Jin nîvê civakê ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Laziqiyeyê yê li peravên Sûriyeyê li dijî tundûtûjiyê û ji bo bihêzkirina rolê jinan a di nav civakê de çalakiyek hat kirin.

Di salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan gelekî belav bûye, ji ber wê jî rêxistinên mafên jinan daxwazê ji jinan dikin ku li dijî tundûtûjiyê dengê xwe bilind bikin.

“Eger rûbirûyê tundûtûjiyê bûn divê qebûl nekin”

Rêvebera Navenda Beytunayê, Rîham Qasimê li ser çalakiyê got:

“Em îro ahenga dawî ya kampanyaya 16 rojan a li dijî tundûtûjiya ku di nav civakê de heye dikin. Amadebûna me ya hevgirtî wê yekê nîşan dide ku me dem û fikra xwe ji bo dozeke hevbeş di civaka xwe de pêşkêş kiriye.

Ew jî tundûtûjiya li dijî jinan e. Em ji jin û keçan re tekez dikin, eger ew rûbirûyê tundûtûjiyê bûn divê qebûl nekin û li dijî tundûtûjiyê biaxivin.”

Xwepêşandana xelkê ya bi navê “Tu Ne Bi Tenê Yî” li bajarê Laziqiyeyê ji bo peyamekê bigihînin ku civak ne bi tundûtûjiya li dijî jinan e demjimêrekê berdewam kir.

“Eger jin mafê xwe wernegire civak ava nabe”

Seroka Komeleya Mozaîkê Umîme Hemîdoşê jî anî ziman:

“Divê em ji jinan re bibêjin, di vê rojê de em piştevaniya wan dikin ku ew ne bi tenê ne, ew xurt in û em li kêleka wan in.

Ji ber ku jin li Sûriye û li cîhanê civakê û mirovatiyê ava dike, malbata xwe xwedî dike, jin nîvê civakê ye, lewma eger jin mafê xwe bi awayekî dadmend wernegire civak ava nabe.”

Di vê kampanyayê de mêran jî dengê xwe li dijî tundîtûjiya jinan a li nav civaka Sûriyeyê çêdibe bilind kirin.

Xwendekarê koleja bijîşkiyê Fadî Ebdullah got:

“Kampanyayeke wiha li Sûriyeyê ne tenê ji bo jinan ji bo mêran jî pêwîst e. Rola mêran di civakê de yekalîker e û divê mêr li dijî vê diyardeyê rawestin.

Divê em mêr, xort û xwendekarên zanîngehan li dijî vê diyardeyê bibin, ji ber ku di dab û nerîtên me de nîne û di nav civaka Sûriyeyê de nayê qebûlkirin.”

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê di salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de nêzîkî 30 hezar jin ji aliyê aliyên şerker ve hatine kuştin.

Zêdetirî 11 hezar jin girtî yan jî winda ne û zêdetirî 8 hezar jin jî rastî destdirêjiyê hatine.