ÎDLIB - Koçberên Sûriyeyî di halekî xirab de dijîn: ‘Em nizanin çawa bijîn’

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Sûriyeyî yên ku ji bajar û gundên xwe derketine di halekî xirab de dijîn.

Li Îdliba bakurê rojavayê Sûriyeyê koçberên Sûriyeyî havîn û zivistan di çadirên riziyayî de dijîn.

“Em nizanin çawa bijîn”

Koçberê Sûriyeyî Hisên Xalidî li ser rewşa xwe got:

“Temaşeyî çadirên me bike, çiqasî kevn bûne. Havînê zêde germ in û zivistanê jî dilopan dikin.

Herwiha alîkariyên me jî kêm kirine, em nizanin çawa bijîn.”

Koçberên Sûriyeyî li bakurê Îdlibê di nav kampên bêserûber de ji ber nebûna alîkariyan, germahiya havînê û krîza avê jiyaneke zêde zehmet dijîn.

“Alîkarî zêde kêm bûne”

Koçbera Sûriyeyî Meryem Mihemed jî behsa nebûna kar kir û anî ziman:

“Rewşa me di nav kampan de zêde zehmet e, kar nîne, piraniya xwarina me jî bacanên reş û kartol in.

Em bi zorê nan û keskahiyê bi dest dixin, alîkarî zêde kêm bûne.”

Li bakurrojavayê Sûriyeyê zêdetirî 2 milyon koçberên Sûriyeyî di nav zêdetirî hezar û 200 kampên bêserûber de dimînin.

Li aliyê din, ji sedî 88ê wan di bin hêla hejariyê de dijîn.

Rûsyayê 11ê Tîrmehê li Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dengê "veto"yê da.

Vê biryara Rûsyayê jiyana koçberan xiste metirsiyeke dijwartir.