Hikûeta Sûriyê amade ye hevkariya Iraqê bike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê doseya parastina neteweyî di Parlamentoya Sûriyê de, lîwa Îbrahîm Mehmûd ragihand ku xaleke hevbeş di navbera Sûriyê û Iraqê de hete “Ew jî dijatiya DAÎŞê ye, û normale ku hemahengiyê bi hevre bgin bo rûbirûbûna gefên van girûpan.”

 

Lîwa Îbrahîm Mehmûd ku bi navê Ebû Somer tê naskirin di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Hemahengî di navbera Sûriyê û hikûmeta Iraqê de heye ji bo rûbirûbûna DAÎŞ û grûpên din yên terorî li navçeyê, û Sûriya amadeye hem[ rengên alîkariya ji hikûmeta Iraqê re pêşkêş bike ji bo rûbirûbûna Terorê.”

 

Herwiha Îbrahîm Mehmû da zanîn ku “Artêşa Sûriyê li hundirê welat bi erk û karên xwe radibe bo nehiştina DAÎŞê û roj bi roj serkeftinê bidest dixe.”

 

Navborî axevtinên xwe berdewam kirin û got: “Niha ti nehatiye standina da ku Artêşa Sûriyê derbasî axa Iraqê bibe da ku alîkariya hikûmeta Iraqê di şerê li dijî DAÎŞê de bike.”

 

Ev 4 rojin ku çekdarên rêxistina DAÎŞ dets bi kontrolkirina çend navçeyên Iraqê kirine û niha bajarê Mûsilê û bajarê Tekrîtê û çend bajarokên din di bin destê wan de ne.