Hazim Mistefa: Piştî peymana HSD û Sûriyeyê rewşa beravê aramtir bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Elewî Hazim Mistefa ragihand ku piştî peymana HSD û Sûriyeyê rewşa berava Sûriyeyê aramtir bûye.

Çend rojên borî li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan şer û pevçûnan dest pê kiribû û bi sedan kes hatibûn kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Çalakvanê Elewî Hazim Mistefa beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû û diyar kir ku piştî vê peymanê rewş aramtir bûye.

Li gorî agahiyên ku Hazim Mistefa dane, doh jî li derdora Laziqiyeyê operasyon hebûn û hinek kom niha jî mal û milkê xelkê dişewitînin.

Wî diyar kir ku xelkê peymana HSD û Sûriyeyê pîroz kiriye û hinek xalên peymanê ji bo Elewiyan jî gelekî girîng in.

Hazim Mistefa diyar kir ku li gundan alozî berdewam dikin û got, piştî ku peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer bikeve warê bicihanînê dê “dawî li wan komkujiyan were.”

Wî kifş kir ku tê çaverêkirin ev lihevhatin di saetên bê de bi awayekî baştir bandorê li xelkê bike û komên çekdar ji herêmên Elewiyan vekişin.

Mistefa bal kişand ser wê yekê ku hinek komên şerker ji hundirê Sûriyeyê û bi taybetî jî ji Heleb, Îdlib, Reqa û Dêrazorê hatine û wan berê xwe daye berava Sûriyeyê.

Li gorî Hazim, hinek ji wan komên ku êrişî herêmên Elewiyan kiribû endamên DAIŞê ne û li pey çû:

“Niştecihên qeraxa deryaya Sûriyeyê rastî rewşên dijwar tên. Li herêmên zererbar qutbûna kareba û avê heye.

Şêniyên herêmê di bin rewşên mirovî yên xerab de êşê dikişînin, bi taybetî li taxên Elewiyan ku di rojên borî de bi dijwarî zerer dîtiye rewş dijwar e.”