Hêzên Îsraîlê 25 kîlometreyan nêzikî Şamê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê 25 kîlometreyan nêzikî Şama paytexta Sûriyeyê bûne.
Li gorî nûçeya Reutersê, Îsraîlê herêma tampon a li sînorê Îsaraîl-Sûriyeyê bi dest xistiye.
Her wiha Reutersl ragihand ku ji doh êvarê ve Îsraîlê li gelek bajarên Sûriyeyê êrişî baregehên artêşa Sûriyeyê kiriye û heta 25 kîlometreyan nêzikî Şamê bûye.
Ev operasyona Îsraîlê 2 rojan piştî rûxandina rejîma Beşar Esed hat û di nav Sûriye, welatên herêmê û cîhanê de bû sedemea nîgeraniyan.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê diyar kir ku leşkerên Îsraîlê 10 kîlometreyan ketine nav axa Sûriyeyê û gihîştine bajarê Qatanayê yê Sûriyeyê.
Li aliyê din, Îsraîl diyar kir ku ew ê mudaxeleyî şerê li Sûriyeyê nekin û bidestxistina herêma tampon pêngaveke parastinê ye.
Misir, Qeter û Erebîstana Siûdî êriş şermezar kirin. Erebistana Siûdî da zanîn ku ev gav dê "hêza Sûriyê ya vegerandina ewlehiyê têk bibe."