Koçber ji girtina Deriyê Bab El-Hewa nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Kampa Yeman a bajarokê Mierret Misrîn, li Idliba û bakurê rojavayê Sûriyê, haydariyê didine cîhanê û Civaka Navdewletî ku girtina Deriyê Sînorî yê Bab El-Hewa, dibe sedema rêgirîkirinê li ber derbaskirina alîkariyên mirovî ji wan re.

Nîşanê bi wê yekê jî didin ku bi birrîna alîkariyan ji ser wan, wê krîzeke mirovî ya metirsîdar, li wan navçeyan, peyda bibe.

Koçbera Sûrî li Idlibê Fitêm anî ziman, “Berê di mehê de sepeteke alîkariyan ji me re dihat. Gelo çawa sepetek têra 24 kesan dike?! Eger Deriyê Bab Elhewa jî bê girtin û alîkarî û kereste ji ser me bêne birrîn, em ê bimirin.”

Di du rojên bûrî de, danûstandinên kûr li Encûmena Asayişê ya navdewletî hatin kirin.

Îro jî, 10ê Tîrmeha 2022yan, dawîtirîn dema diyarkirî ye, ji bo biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî, derbarê derbaskirina alîkariyan bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab Elhewa, ku biryara yekalîker di vê derbarê de bê ragihandin, û tirsa xelkê heye ku Vetoya Rûsya bibe sedema dorpêçekê li ser wan.

Koçberê Sûrî li Idlibê Heysem Elxecer got, “Eger alîkarî bibin bi rêya rejîmê, ev tê wê wateyê ku em dikevine jêr qopêçekê, weke dorpêça ku li ser Xûte û deverên din hate kirin. Ew hewl didin me birçî bikin ji bo em serê xwe daxin û me neçar bikin ku em herin cem wan.”

Pêşniyara welatên rojava ew e, ku dema biryarê heta saleke din bê dirêjkirin, yan jî heta serê salê, bi awayekî ku ji serê salê û pêde careke din dema biryarê şeş mehên din, bê dirêjkirin.

Li hember wan jî, Rûsya gefa standina Vetoyê li ser vê pêşniyarê dide, û daxwaz dike ku, dema biryarê tenê heta şeş mehan bê dirêjkirin, û alîkarî jî, bi rêya hikûmeta Sûriyê bêne gihandin bo wan navçeyan.

Ev daxwaza ku welatên rojava wê red dikin.

Li gorî ragihandina Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA), heta niha, di sala 2022yan de, 4 hezar û 600 barhilgirên alîkariyên mirovî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab Elhewa derbas bûne navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, ji bo alîkariya derdora 2 milyon û 400 hezar kesî li wan navçeyan.