Hêzên hikûmeta Sûriyê gundekî rojavayê Helebê kirin armanc

Rûdaw (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Kefer Eme li rojavayê bajarê Helebê kirin armanc.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên ser bi opozisyona Sûriyê, roja duşemê, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Kefer Emê li rojavayê Helebê bi reşaşeyên giran kirine armanc.

Li gor heman çavkaniyên xwecihî, her roja duşemê, hêzên hikûmeta Sûriyê karwanekî erebeyên serbazî yên hikûmeta Tirkiyê li nêzîk bajarokê Atarib li gundewarên Helebê bi reşaşeyên giran kirine armanc.

Çavkaniyan diyar kir ku, ji encama wê armancgirtinê ne tu serbazên Tirk birîndar bûne û ne jî tu zererên madî gihaştine erebeyên artêşa Tirkiyê.