56 çekdarên Hizbula di şerê li Yebrûdê de hatin kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hat zanîn ku di çend rojên borî de, ji encama şerê li navçeya Yebrûdê li Sûriyê, 56 çekdarên Hizblayê Libnanê hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke televîzyona al-Arabiya, di çend rojên borî de termê 56 çekdarên Hizbula, ku li Yebrûdê hatine kuştin, ji bo Libnanê hatine veguhestin.

Ji destpêka krîza Sûriyê, Hizbulayê Libnanê destêweredana rewşa Sûriyê kir û çekdarên xwe şandin Sûriyê da ligel rtejîma wî welatî şerê çekdarên opozîsyonê bikin.

Herwiha ev nêzîkî yek mehê ye ku şer û pevçûneke giran di navbera çekdarên Hizbula û hêzên rejîmê ji aliyekî û çekdarên opozsîyonê ji aliyk din ve, li navçeya Yebrûdê qewimiye.

Ji aliyê xwe Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê kuştina 20 kesan ji hêzên rejîma Sûriyê piştrast kir, ku ji encama şer û pevçûnên di navbera wna û opozîsyonê de li Kirknaz û Kefirnbûde li derdora Hemayê jiyana xwe jidest dane.

Roja, 06.03.2014, çavkaniyên opozîsyona tekez dikin ku hêzên wê pêşketina hêzên rejîmê û alîgirên wê rawestandine û di kemînekê de herî kêm 75 leşkerên rejîmê û çekdarên alîgirên wan kuştine û nêzîka 350 kesên din birîndar kiribûn.