60 sivîl ji birça mirin

Şam (Rûdaw) - Derbasbûna alîkariyên mirovî bo bajarokê Medaya yê Şamê ku di bin dorpêça hêzên Hikûmeta Sûriyê de ye, bo sibe hat paşxistin û îro zarokek din jî ji birça mir.

 

Nûçegehanê Ajansa Qelemûnê Rebîh Mehmûd ji nava Medaya ji Rûdawê re ragihand, îro jî alîkarî û xwarin ji aliyê rêxistinên navdewletî derbasî bajarokê Medaya nebûn û rewşa wan pir xerab e.

 

Rebîh Mehmûd got, niha 25 hezar sivîl di bin dorpêça hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên Hizbulaha Libnanê de ne û xelk ji birça pelê daran û goştê pisîk û kuçikan dixwin.

 

Wî çalakvanî tekez kir ku, heta niha 60 sivîl ji birça mirine û heroj ew rêje zêde dibe.

 

Mehmûd diyar kir yek kîloya şîrê zarokan bi 400 dolarî ye û îro jî zarokek ji birça mir.

 

Li gorî gotina Mehmûd, kes nikare ji bin dorpêçê derkeve û yên ku hewl didin derkevin bi qenas, bombe û mayînan tên kuştin.

 

Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî hêvî dikirin ku karwanê yekê ji alîkariyan bigihînin wan welatiyên sivîl ên ku ev şeş meh in di bin dorpêçê de ne, lê ew yek bo sibe hat paşxistin.