Êrişa Îsraîlê li Sûriyê bo kuştina kesekî bû

Hewlêr (Rûdaw)- Hat ragihandin ku, armanca êrişa balafirên şer ên Îsraîlê li ser Sûriyê, berbirsekî diyar ê Hizbullaha libnanî bû û di wê êrişê de hat kuştin.

Roja yekşemê, balafirên şer ên Îsraîlê çend operasyon li nêzîk Şamê û navçeya Dîmas li derdora Şamê pêk anîn.

Li gorî ragihandina erebî, balafirên Îsraîlê berbirsekî diyar ê Hizbullah li Sûriyê kiribûn armanca xwe û karîbûn lê bidin.

Herwiha di wan êrişan de, çek û cebilxane û rokêtên artêşa Sûriyê li wî welatî bûne armanca balafiran, ji ber ku ew çek û cebilxane hatibûn amadekirin da ku ji Libnan û Hizbûlahê re bên şandin.

Ev yek di demekê de ye, ku hejmarek zêde ji çekdarên Hizbulaha libnanî li Sûriyê bo piştevaniya rejîma Sûriyê, şerê hêzên dijbereya Sûriyê dikin.

Artêşa Sûriyê duhî, di daxuyaniyekê de operasyonên asmanî yên balafirên Îsraîlê li ser çend armancan li Şamê şermezar kir û ragihand ku, “Ew êriş alîkariya rêxistina Cebhet El–Nusre dikin.”

Wezareta Derve ya Sûriyê jî di du nameyên wekhev de ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî şandine, Îsraîl bi binpêkirina serweriya Sûriyê tohmetbar kir û daxwaz ji wan kir ku bi erkê xwe rabin.