Balafirgeh bi tev balafiran ve ket destê Cebhet El Nusra

Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên hin girûpên dijbereyê û rêxistina Cebhet El Nusra ku baskê El Qaîdê yê Sûriyê ye destê xwe danîn ser Balafirgeha Ebû Zihur a leşkerî li parêzgeha Idlibê.

Li gorî Alarabiya.net , hêzên dijbereyê û Cebhet El Nusra piştî şerekî giran û gelek kuştiyan ji herdu aliyan destê xwe danîn ser Balafirgeha Ebû Zihur, ku balafirên şer jî hêj tê de ne.

Aliyên dijbereyê ragihandin ku, hêj şer di navera herdu aliyan de berdewam e û balafirên rêjîmê bermîlên teqîner davêje ser derdora Ebû Zihur.

Li gorî heman jêderan, hêzên dijbereyê û Cebhet El Nusra rewşa keşûhewayê, ku toz û ecac bû, bikar anîn bû êrişkirinê li ser wê balafirgehê û ew balafirgeh û gelek leşkerên artêşê girtin.

Cebhet El Nusra girtina Ebû Zihur hêj piştrast nekiriye, lê Tora Şam hin wêne belav kirin û got, ev wêne ji aliyê çalakvanan ve hatine belavkirin û dibêjin balafirgeh û balafir ketine destê wan de.