Esed şertên Erdogan red kirin: Li gorî van şertan pê re nacivim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed derbarê hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re got, “Ez li gorî şertên ku Erdogan pêşkêş kirine bi wî re hevdîtinê nakim.”

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed têkildarî egera hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re ji Sky Newsê ya Erebî re axivî.

Beşar Esed got, “Li gorî şertên ku Erdogan pêşkêş kirine hevdîtin nabe.”

“Em ji bakurê Sûriyeyê dernakevin”

Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan li ser hevdîtina li gel Esad gotibû:

“Deriyê me ji Sûriyeyê re ne girtiye, derî vekiriye. Em dê hevdîtinê bikin. A girîng helwesta wan a li hemberî me ye.

Niha mixabin Esed dixwaze Tirkiye ji bakurê Sûriyeyê derkeve. Ev ne pêkan e, ji ber ku em li wê derê şerê terorê dikin. Ma dikare ji welatekî din re heman tiştî bêje? Em li hêviya helwêsteke dadmend in. Eger helwesteke dadmend hebe em dê hemû mijaran çareser bikin.”

"Divê artêşa Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê vekişe"

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mikdad jî gotibû:

“Ji bo hevdîtina Esed û Erdogan divê artêşa Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê vekişe. Heta Tirkiye li ser axa Sûriyeyê dagirker be, peywendiyên me bi Enqereyê re asayî nabin.”

Hevdîtinên asayîkirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê par bi navbeynkariya Rûsyayê dest pê kiribûn.