YE daxwaz dike deriyê sînorî yê Bab El-Hewa vekirî bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî pile bilind yê Yekîtiya Ewropayê ragihand, girtina take deriyê sînorî yê Sûriyê ji bo gihanidn alîkariyên mirovî bo navçeyên ku di bin kontrola çekdarên opozisyonê de, dê bandoreke wê ya xirab li ser bi milyonan xelkê hebe.

Komîsyarê Yekîtiya Ewropayê ji bo birêvebirina kirîzan, Janez Lenarcic roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê li aliyê Tirkiyê serdana deriyê Bab El-Hewa yê di navbera Tirkiye-Sûriyê de kir û daxwaz ji Encûmena Asayîşê kir ku dengê erê bikar bînin bo berdewamiya vekirina deriyê Bab el-Hewa yê  di navbnera Tirkiyê û Sûriyê de.

Janez Lenarcic got jî, ew derî take xala sînorî ye ku alîkarî bi rêya wê digihine bakurê rojavayê Sûriyê ku nêzîkî 4 milyon kes li wê navçeyê dijîn.

Komîser Lenarcic amaje bi girîngiya biryara veguheztina alîkariya mirovî, ku ji bo bi mîlyonan Sûrî girîng e, kir û got, ÎHeke em li reqeman binêrin, 3 milyon 500 hezar kes li derveyî sînor dijîn. Her meh, hezar kamyon ji xaleke sînorî ji van mirovan re arîkariya mirovahî tînin, û ji aliye rêveberiya Sûriye ve ti alîkariyeke vî alî nîne. Bê guman, di vê wateyê de, Yekîtiya Ewropayê dê Sûriyan li çarenûsa wan nehêle. Lê ti alternatîveke van hêlan nîne. Divê neyê jibîrkirin jî; vê gavê yekane xala sînorî ya derbaskirina alîkariyan bo aliyên din ev der e.Î

Sala 2014ê, Encûmena Asayîşê biryar da ku alîkariyên mirovî bi rêya 4 deriyên sînorî derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bibin, lê di Çileya 2020ê de, Rûsya VETO bikar anî ji bo kêmkirina gihandina alîkariyan bi rêya deriyên sînorî û ji ber dijatiya Rûsyayê, deriyê sînorî yên din û di nav de deriyê Til Koçer hatin girtin.

Rêveberiya Xweser heta niha çend caran daxwaz ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kiriye ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bi xelkê navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê û herwiha koçberên di kampên wê herêmê de, deriyê sînorî yê Til Koçer bê vekirin.

Amerîka û hevpeymanên wê jî ji bo vekirina deriyê Til Koçer ketine nav hewldanan, lê belê helwêsta Rûsyayê heta niha neguheriye û Moskow dixwaze alîkariyên mirovî yên navdewletî tenê di rêya hikûmeta Şamê re bên şandin.

Îrlanda û Norwêcê jî projeyek ji bo civîna Encûmena Asayişa Navdewletî amade kirine ku têde amaje bi pêwîstiya vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer tê kirin, lê belê hêj ev projebiryar rêkeftin li ser nehatiye kirin.