Şer û pevçûn li bakurê Hemayê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Hemayê hemû grûpên çekdar beşdarî operasyona bi navê El-Fetih El-Mubîn bûn. Li gor fermandarên meydanî , wan ji nişkê ve êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirine û piştre grûpên çekdar li çend çeperên din êrîş encam dane.

 

Piştî ku hêzên hikûmetê di hefteya borî de çend gund û bajarok li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê ji dest grûpên opozisyonê derxistin, Odeya Operasyonên Opozisyonê, ku ji Tehrîr El-Şam, Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê û Ceyş El-Izze pêk tê, taktîka şer li meydanê guhert. Li gor fermandarên meydanî yên opozisyonê, niha şer derbasî qonaxek nû bû ye.

 

Li bakurê Hemayê hemû grûpên çekdar beşdarî operasyona bi navê El-Fetih El-Mubîn bûn, herwiha ji ber dijwariya şer navê şikandina hestiyan jî li operasyonê hatiye kirin.

 

Li gor fermandarên meydanî yên opozisyonê taktîka nû wiha hatiye pêkanîn, ji nişka ve li çeperekî pêşbînînekirî wan operasyon dijî hêzên hikûmetê da destpê kirin.

 

Piştre grûpên çekdar li çeperên Letamîne, Kefir Nebûde û Girnaz êrîş kirin, bi gotina fermandarên meydanî vê yekê wiha kir ku hêzên hikûmetê destpêşxeriya êrîşê ji dest bidin. Li meydana şer grûpên çekdar hemû çekên bejahî, tank, topxane û mûşek bikar anî.

 

Li gor heman fermandaran di encam de û bi taybetî li çeperê Kefir Nebûde  hêzên hikûmetê şikestin û bi dehan leşker hatin kuştin û tank û zirixpoş jinav çûn.

 

Li gor heman çavkaniyan, bi vê taktîka nû ya odeya operasyonên grûpên çekdar, wan karî rêyên lojîstîkî yên hemû çeperên şer, Kefir Nebûde, Girikat, Girnaz, Hemamiyat û heta gundê Qesabiyê li başûrê Idlibê bidest bixin.

 

Li gor çavkaniyên opozisyonê û pisporên bêalî, di şerê dawî de bêdengiya Rûsya û Tirkiyê diyar bû û bi gotina heman çavkaniyan ev wê yekê nîşan dide ku şerekî bi wekalet di navbera welatên garantor de li bakurê Sûriyê diqewime.