REQA - DAIŞê êriş kir: 10 kuştî, 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê li Reqayê êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir. Di êrişê de 10 leşker û çekdarên ser bi artêşa Sûriyeyê ve hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, doh êvarî çekdarên DAIŞê li parêzgeha Reqayê êrişî artêşa Sûriyeyê û çekdarên ser bi wê ve kir.
Parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê ji sala 2014an ve demeke dirêj di destê DAIŞê de ma û wekî paytexta xelîfetiyê hatibû ragihandin.
Reqa, sala 2017an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî hatibû rizgarkirin.
HSDyê sala 2019an herêma Bahozê ya li rojhilatê Çemê Feratê ku cihê herî dawî yê di destê DAIŞê de bû rizgar kir û dawî li serweriya DAIŞê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê anî.
Reqa di bin kontrola HSDyê de ye lê herêma başûr û rojhilatê vê parêzgehê di destê çekdar û artêşa Sûriyeyê de ye.