DÊREZORÊ - Pozberiya Artêşa Sûriyê û HSDê dê serdestiya jeopolîtîk biguhere

Navenda Nûçeyan - Li gorî çavkaniyên dijbereyê, niha Artêşa Sûriyê bi piştevaniya grûbên şîe ji 3 çeperan ve berê xwe daye bajarê Dêrezorê.

 

Ji başûrê rojavayê Reqayê, ji rojhilatê Hemayê, ji rojhilatê Himsê ve, Artêşa Sûriyê bi plan pêşve diçe û dixwaze rê li pêşiya HSD û hevrikên xwe ber bi kontrolkirina Dêrezorê ve bigire.

 

Piştî ku Artêşa Sûriyê bajarokê Suxnê ya Badiye ya di bin destê DAIŞê kontrol kir, tenê 110 kîlometre mane ku artêş xwe bigihîne bajarê Dêrezorê.

 

Operasyona Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê û grûbên şîe, ji bo kontrolkirina Dêrezorê ji dest DAIŞê niha ketiye warê milmilana leşkerî û siyasî.

 

Tê pêşbînîkirin, ku bi alîkariya Amerîkayê li bajarê Şeddadê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê artêşeke niştîmanî ya Sûriyê were avakirin. Ceyş Mexawîr Elsewre li Badiye ya Sûriyê dê bibe bingeha wê artêşê, da ku berê xwe bide Dêrezorê û li dijî DAIŞê şer bike.

 

HSD bi xwe jî niha bi rêya Encûmena Leşkeriya Dêrezorê li bakûr û rojavayê Dêrezorê li dijî DAIŞê şer dike.

 

Li gorî medya erebî, pozberiya di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê ya li ser Dêrezorê dê serdestiya jeopolîtîk jî biguhere.