Encûmena Leşkerî ya Minbicê: Deriyê me ji her kesî re vekirî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş da xuyakirin, deriyê wan ji bo her kesî vekirî ye, ku bixwazin tevlî rêveberiya bajêr bibin. Derwêş got, ku bi tenê encûmena leşkerî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî herêmê diparêze.

 

Piştî ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana bajarê Minbic kir û bi rêveberiya sivîl û leşkerî ya bajêr re civiya, berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbic Şervan Derwîş, ji Rûdaw re ragihand: “Me beriya niha jî di daxuyaniyên xwe de ragihadibû. Deriyê me ji her kesî re vekirîne. Ew kesên bixwazin vegerin malên xwe, an beşdarî hêzên leşkerî bibin, kar bikin û tevlî rêveberiya sivîl û leşkerî bibin dikarin werin. Di vî warî de ti astengiyên me nînîn. Lê em nahêlin tevlêheviyên ji derve bînin Minbicê.”

 

Derwêş diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî ji wan re daye xuyakirin, ku dê Encûmena Leşkerî ya Minbic li cihê xwe bimîne û dê ew jî piştevaniya wê encûmenê bikin.

 

Derwîş ev yek jî anî ziman, li herêmê divê rêveberiyeke leşkerî û sivîl hebe û got: “Em naxwazin li vir jî tevlîhevî çêbibe. Mînaka herêmên bin kontrola hêzên Tirkiyê li ber çav e. Efrîn û Ezaz li ber çav in û bê guman ev tevlîhevî dê derbasî Minbicê nebe. Hevpeymaniya Navdelwetî jî vê yekê dibêje.”