Çekdaran burca dawî ya wêstgeha Zeyzûnê rûxandin

08-05-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Idlib Wêstgeha Zeyzûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên girêdayî opozîsyona Sûriyê burcê dawiyê ya wêstgeha berhemanîna elektrîkê li parêzgeha Idlibê anîne xwarê û li gor çavkaniyên xwecihî çekdarên grûpa Turkistanî, dest bi firotina hesin û misê wê burcê, bi awayekê xurde kirine.

Xistina vî burcî li ser torên civakî li seranserî Sûriyê karvendanên cur bi cur bi xwe re anî û bû sedema dilgiraniya xelkê wî welatî.

Wêstgeha berhemanîna elektrîkê ya Zeyzûn li Idlibê sala 1997an bi lêçûna 600 milyon dolaran ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibû avakirin û wek yek ji girîngtirîn wêstgehên berhemanîna elektrîkê li Sûriyê tê naskirin. Ew wêstgeh, ji sê burcên sarkirinê yên mezin pêk dihat û zêdetirî 384 Mega Wat elektrîk berhem dianî.

Bi rêya stasyona elektrîkê ya Zeyzûnê, elektrîka parêzgehên Idlib, Hema, Laziqiye û Tertûs dihat dabînkirin.

Sala 2015an, piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de, ji sedî 90ê wê stasyonê wêran bûbû û di meha Hezîran a heman salê de ji kar ketibû. Piştî ku çekdarên girêdayî opozisyona Sûriyê ew wêstgeh kontrol kirin, du burcê wê weke xurde firotin.

Tenê burcekî wêstgeha Zeyzûnê mabû, ku çekdarên opozisyonê yên girêdayî Tirkiyê, ew jî anîne xwarê û niha çekdarên Partiya Turkistanî, mijûlî jêvekirina hesin û misê wî burcî ne, ji bo ku perçeyên wî weke xurde di bazaran de bifroş in.

Li gor amarên texmînî, di encama şerê navxweyî yê wî welatî de ji sedî 80 jêrxana aboriya Sûriyê wêran bûye, herwiha beşekî din jî ji aliyê hêz û komên cuda yên çekdar ve hatiye talankirin.

Çekdarên opozisyonê têne tometbarkirin, ku bê ser û ber dest bi talankirina mulkê giştî û taybet kirine.

Wêstgeha Zeyzûn

Sala 1997 hate avakirin

Têçûya wê 600 milyon dolar e

Yek ji wêzgehên sereke yên Sûriyê ye

Ji 3 burcên mezin pêk dihat

Zêdetirî 384 Mêgawatan berhem dihanî

Eelektirîka Idlib, Hema, Laziqiyê û Tertûs peyda dikir

Sala 2015 têk çû û kete destê çekdarên opozîsyonê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst