HSDyê li Zîbanê dest bi gerên xwe kir: 'Ew, rejîm û Îranî yek in'

Hewlêr (Rûdaw) – Wesayîtên zirxî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li nav bajarokê Zîbanê dest bi gerê kir.

Bajarok ji çekdaran bi temamî hatiye paqijkirin lê bermahiyên wan li nav kolanan hîn jî diyar in.

Şervan hîn di rewşa amadebaşiyê de ne lê kêliyeke bêhna xwe vedan û dîlan gerandin.

Şervanê HSDyê Firat Mihemed li ser bidestxistina Zîbanê got:

“Ev navenda dawî ya çeteyan a li Zîbanê ye, me Parastina Niştimanî (hêzeke ser bi Hikûmeta Sûriyeyê) û milîsên Îranê derxistin, me gelek ji wan kuştin û hejmarek jî girtin.

Parastina Niştimanî û milîsên Îranê yên ku şênî û milet li me tûj dikirin.”

Alaya hêzên pêkhateyên HSDyê careke din li nav bajarokê Zîban hat bilindkirin.

Şervanan dest bi bêhnvedana piştî şer, lêgerîn û paqijkirinê kir.

“Ew, rejîm û Îranî yek in”

Fermandarê Komadoyan ê HSDyê Heval Xezenî behsa pêvajoya kontrolkirina Zîbanê kir û got:

“Em ber Çemê Feratê ji aliyê Dîwan û Şihêlê re hatin. Ew zilamên wan diçin milên rejîmê.

Derbasî wî alî dibin û rejîm jî li wan nade. Ji ber ku ew û rejîmê yek in, ew û Îraniyan yek in.

Dema ku em pêş de diçin dîsa tên li hevalan didin.”

Yekîneyên Parastina Jinê ku pêkhateyeke sereke ya HSDyê ye, beşdarî operasyona kontrolkirina Zîban kirine.

“Em didin dû wan, ew jî direvin”

Şervana YPJyê Feraşîn Mihemedê jî anî ziman:

“Me xwest em bidine dû çeteyên ku ji milê rejîmê ve hatibûn şandin. Operasyon hatiye destpêkirin.

Em didin dû wan, ew jî direvin û me heta astekê ji wan girtin.”

Liv û tevgera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav bajarokê Zîbanê bêdengî û aramiyeke bi temamî diyar dibe.