Heleb: Zarok di parzûngehên petrolê yên ne yasayî de kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gundê Tirhîn e navçeya Babê li rojhilatê Heleba bakurê Sûriyê zarokên Sûrî bo debara jiyana malbatên xwe li nav parzûngehên petrolê yên ne yasayî kar dikin.

Ebdullah nûciwanê 15 salî ji neçarî dest ji dibistanê berda ye û derbasî nav vî karê zêde metirsîdasr bûye.

Nûciwanê Sûrî Ebdullah el-Ebdullah dibêje “Berê bavê min li ser otombîlê kar dikir, piştre nema karî vê karî bike, min dest ji xwendinê berda daku bav û malabta xwe xwedî bikim.Divê ez kar bikin daku alîkariya bavê xwe bikim û em bijîn.Xewna min ku em vegerin warê xwe û wek berê bijîn, û karekî ji vî karî baştir bikim daku jiyaneke tendirust bijîn.”

Bavê Ebdellah jî dibêje, ji ber destengî û nebûna karekî din li navçeyê, kurrê wî neçar e li nav vê  qirêjê kar bike, tevî ku  rûbirûyê metirsî, nexweşî û heta mirinê dibe.

Mihemed el-Ebdullah bavê Ebdullah got Bijaredeyek li ba me nîne, ti bijarde nîne, tenê ev kar e heye. Eger karekî din ji xeynî vî karî hebûya me dest jê berdida, kargeh nînin, tiştek nîne, kar nîne, heta avdana çandiniyê jî nîne, daku em bibin cotkar , tiştek nîne.”

Kesên di parzûngehên petrolê yên ne ysayî de kar dikin, berdewamî nexweş in, lewra neçar in serdana pizîşkan bikin.

Pizîşk Dr. Ebdurreûf Hac Yûsif diyar kir “Parzûnkirina petrolê bi awayên seretayî bi rêya Herraqe-Tenûran dibe sedema derketina gazên ziyanbexiş, dibe ku bandoreke xirab li ser pişikê bike, û bibe encama kuxik û tengenefesiyê, û piştre rebûyê çêbike yan bibe sedema çêbûna penceşêra pişikê.”

Piştî derbasbûna 12 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re, xelkê bakurê rojava û rojhilatê vî welatî bo dabînkirina sotemeniyê parzûngeh-Herraqeyan bikar tînin, ku bandotreke zêde li mirov, zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan kirine.

Li navçeya Tirhînê  ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisytonê de ye, nêzîka 500 birkeyên petrolê û 400 herraqe lê hene, li nav wan jî nêzîka hezar nûciwan kar dikin.