Li Babê êrîşa bi bombe: 28 qurbanî

Navenda Nûçeyan - Nêzî mizgeftekî li navenda navçeya Babê ya Helena Sûriyê otomobîla bombebarkirî hat teqandin, di encama teqînê de 28 kes bûne qurbanî.

 

Hat rgihandin di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li navçeya Babê ye de 8 canê xwe ji dest dan, 20 sivîl jî birîndar bûn.


Li gor Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê li navçeya Babê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û çekdarên dijbereya Sûriyê bi hev re di çarçoveya “Operasyona Mertala Firatê” kontrol kiribûn wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.


Rêveberê Parastina Sivîlan ê li Helebê Ammar Selmo diyar kir ku di encama êrîşê de 8 sivîl mirin û 20 sivîl jî birîndar bûn. Selmo got ku rewşa hin birîndaran xedar e û ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.


Tîma Parastina Sivîlan çû cihê bûyerê  midaxaleyî şewata ku piştî teqînê derket kirin. Hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.


Meha borî jî di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku nêzî navenda polîsan hatibû kirin de sivîlekî canê xwe ji dest dabû û 5 sivîl jî birîndar bibûn.


Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî Enqerê di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê de 23yê Sibata 2017an kontrol kiribûn.