Şînda li Laziqiyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Kurd Şînda li Laziqiyeyê hat kuştin.

Şînda ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bû û li Laziqiyeyê zanîngeh dixwend û navê wê yê temam Şînda Adil Keşo bû.

Bavê Şîndayê ji Rûdawê re got, “Keça min î textor li mezela xwe raketibû û bi guleyê hatiye kuştin.”

Bavê wî diyar kir ku îro heta saet yekê berê sibehê jî (01:00) pêwendiya wan hebûye lê Şînda paşê hatiye kuştin.

Şîndayê li Laziqiyeyê beşa Bijîşkiyê dixwend û xwendekara pola yekê bû.

Berav difûre

Sûriyeya ku ji sala 2011an ve ji nav dest û lepên şerekî xwînrij nefilitiye dîsa difûre.

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 70 kes hatine kuştin.

Piştî gurbûna şer li Laziqiye, Tertûs û Himsê qedexe hat ragihandin û birêvebiriya nû ya Şamê gelek hêzên leşkerî şandin van deran.

Li ser torên civakî gelek vîdeoyên şer tên belavkirin ku li bajarên Elewiyan hatine girtin.