Fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê li Sûriyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Supayê Pasdarên Îranê li paytexta Sûriyê bajarê Şamê hat kuştin.

Ajansa fermî ya Îranê îro 7ê Adara 2020 ragihand ku yek ji fermandarên artêşa Îranê yê bi navê Ferhad Dibiriyan li Şamê hate kuştin.

Fermandar Ferhad Dibîryan ku pileya wî ya leşkerî Emîd e, li taxa Seyide Zeyibe (li Şamê hate kuştin.

Ev fermandar di operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê de li Tedmûrê ligel artêşa Sûriyê beşdar bibû.

Derbarê kuştina Dibîriyan de ti zanyarî nehatin dayîn ku bi çi awayî hatiye kuştin.