DÊREZOR - HSDyê Balafirgeha Leşkerî kontrol kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê kontrol kir.

Hat zanîn ku Artêşa Sûriyeyê ji balafirgehê vekişiyane û HSD lê bi cih bûye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi carekê re ji Dêrezorê vekişiyane.

Midûrê SOHRê Ramî Ebdulrehman got, “Hêzên rejîmê û lîderên komên ku dilsozê Îranê ne ji nişka ve ji Dêrezorê û çoltera wê vekişiyan.”

SOHRê her wiha diyar kir ku Tehrîr El Şam û komên çekdar ji rojhilatê Humsê ber bi Palmîrayê ve diçin.

Sûriye rojavayê çemê Feratê kontrol dike ku di nava Dêrezorê re derbas dibe û rojhilatê çêm jî di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

Her wiha hînek dîmên tên ku Artêşa Sûriyeyê ji rojavayê Dêrezorê vedikişe.