Tirkiyeyê hêzeke nû şand Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê hêzeke nû ya leşlerî şand başûrê parêzgeha Îdlibê.

Artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi şandina hêzên nû çeperên xwe bihêztir dike.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzeke nû ya ku ji 23 wesayîtên leşkerî pêk dihat ji deriyê sînorî yê Kefer Lûsînê derbasî aliyê Sûriyeyê kiriye.

SOHRê da zanîn ku Tirkiye vê hêza xwe ya nû ji bo bihêzkirina çeperên xwe yên şer şandiye baregehên xwe yên li herêma Cebel Zaviyeyê ya li başûrê Îdlibê.

Tirkiyeyê 1ê Çiriya Pêşînê jî 20 wesayîtên leşkerî şandibû bakurê Îdlibê.

Her wiha SOHRê diyar kir ku ji destpêka Çiriya Pêşînê ve bi vê hêza nû re hejmara wesayîtên leşkerî yên ku derbasî Sûriyeyê kirine gihîştiye 43yan.