Nûnerên YPGê diçin civîna Qahîre

Hewlêr (Rûdaw)- Rojên 8-9 û 10ê hezîranê kongreya dijbereya sûrî li Qahîreya paytexta Misrê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Demokratîk tê lidarxistin.

Li gorî malpereke PYDê, beşdarên kongreya Qahîreyê ji nûnerên Rêveberiya Demokratîk, Îtîlafa Sûrî, Desteya Hevahengiyê, ligel hejmarekê ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên hêzên leşkerî, di nav wan de jî nûnerên Yekîneyên Parastina Gel YPG pêk tên.

Li gorî agahiyan, şanda Rêveberiya Demokratîk beşdariyê di kongreya Qahîreyê de dike, ji endamên wê jî Salih Mislim, Mihemedê Mûsê û çend nûnerên YPG.

Armancên sereke ji vê kongreyê ew e ku hevahengî di navbera aliyên dijbereya sûrî de pêk bê, herwiha peymannameyeke civakî dirust bibe, ku nûneriya tevaya aliyên Sûriyê bike, ligel çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên dijbereyê de.