DAIŞê li Himsê kemîn danî: 2 serbazên Sûriyeyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li biyabana Himsê ya naverasta Sûriyeyê, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişa çekdarên DAIŞê de, 2 serbazên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, dema ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li biyabana Himsê dewriyeyek encam didan, hêz ketiye kemîna çekdarên DAIŞê.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku ew êriş li nêzîkî Bendava Wadî Ebyedê ya biyabana rojhilatê Himsê hatiye kirin.