Tehrîr El-Şamê rêyên navbera Idlib û Efrînê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekê ji Idlibê ragihand, ku Desteya Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusre ya berê herdu rêyên Elxezzawiye û Qetmê li gundewarê Idlib û Helebê li ser hatinûçûnê girtine.
Li gor agahiyan, Desteya Tehrîr El-Şamê ew herdu rê ji 3 roj berî niha ve girtine.
Girtina herdu rêyan di demekê de ye, ku Desteya Tehrîr El-Şam bajarokê Etarib li rojavayê Helebê kontrol kiriye.
Li gorî ragihandina Desteya Tehrîr El-Şam, mebesta wan ji girtina wan rêyan, parastina jiyana xelkên sivîl e, ji ber ku bi gotina wan, rewşa ewlehiyê li wan navçeyan aloz e.