Rêkeftina rawestandina şer li Deraayê hilweşiya

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û nûnerên xelkê Derayê de ya bi navbênkariya Rûsyayê têk çûye û xelkê Derayê li ber koçberiya bi kom in.

Berdevkê Komîteya Danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê Ednan Mesalme ragihand ku  rê li pêşiya danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê bi temamî hate girtin û got: “Îranê rêkeftina ku me beriya 2 rojan ragihandibû têkşikand. Me Komîteya emnî û aliyê Rûsî agahdar kirine ku xelkê taxên dorpêçkirî li Dera nikarin mercên radestkirina çekan û lêgerîna malan û hebûna rêbendên serbazî qebûl bikin. Me ji komîteya emnî û aliyê Rûsî xwestiye ku rêyeke ewle ya koçberkirinê li pêş xelkê vekin da ku koçberî Urdun an Tirkiyê bibin.”

Endamê Komîteyên Aştbûna Sûriyê Omer Rehmûn, ku nêzîkî hikûmeta wî welatî ye, ji Rûdawê re got, hemahengî di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye ku xelkê ji Derayê bên derxistin û ji bo bakurê Sûriyê bên şandin.

Omer Rehmûn dibêje: “Rêkeftin hat îmzekirin û dest bi radestkirina çekan kirin û deweletê çek ji wan wergirtin, lê piştî 2 rojan, çekdaran an jî komîteya navendî red kirin ku mercên mayî yên rêkeftinê cîbicî bikin. Niha molet heta paş nîvroja Şemiyê bi wan re ye. Tevî ku rêkeftin binpê kirin, lê moletek hat dayin, da biçin Urdun an Tirkiyê, lê ew rijd in ku derkevin, û hemahengî di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye da ku ji bo bakurê Sûriyê bên derxistin.”

Herdu alî li ser çend xalan lihev kiribûn, ji wan cîbicîkirina agirbestê, derbasbûna Polîsên Leşkerî yê Rûsî, çareserkirina rewşa kesên xwestî û çekên wanm bicihkirina çar xalên ewlehiyê û rakirina dorpêçê ji ser bajarê Derayê.