Erdhejê deriyên mirovî li pêş hikûmeta Sûriyê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6ê sibatê deriyên mirovî li pêş hikûmeta Sûriyê vekirin. Lê hin çavdêr dibêjin ku dibe êdî deriyên siyasî jî bên vekirin û hin welat pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bikin.

Ev mijara xeleka îro ya bernameya Çavê Sêyem bû li radioya Rûdawê ku Berpirsê Dîska Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê Hisên Omer pêşkêş dike. Dr. Ebdulhefîz Mehbûb, mamostayê Cografyaya aborî û siyasî ji Erebistana Siûdî, ji bernameyê re got: Sûriyê dê vegere Komkara erebî. Lê Aram Dûmanî, sekreterê Hevbendiya Sûrî ya Niştimanî, ji heman bernameyê re got, ew bawer nake pêwendî li gel Şamê bên asayîkirin.

Piştî karesta erdheja 6ê sibatê balafirxaneyên Sûriyê ne tenê li pêş alîkariyên mirovî, lê belê li pêş serdanên hin berpirsên navdewletî û wezîrên derve yên welatên ereb jî hatin vekirin.

Tevî ku ev serdan bi hokerên mirovî ve tên girêdan, lê çavdêr dibêjin ku dibe deriyên siyasî jî bên vekirin û hin welat pêwendiyên xwe li gel Sûriyê asayî bikin.

Mamostayê Cografyaya aborî û siyasî ji Erebistana Siûdî Dr. Ebdulhefîz Mehbûb, ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got guhertiên mezin li herêmê çêbûne, û êdî pêwîst e Sûriyê vegee himbêza erebî.

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Ebdulhefîz Mehbûb dibêje: “Ev guhertinên ku dibin di berjewendiya qonaxa dahatî de ye. Ez hêvî dikim ku baweriyên min rast bin û Sûriyê vegere himbêza erebî. Pêwîst e bi bizanin ku hemû dosye bi hev ve girêdayî ne. Ya Yemenê, ya Libnanê, ya Sûriyê, ya Îranê hemû bi hev ve girêdayî ne,. Ji ber vê yekê jî, pêwîst e ku çareyên giştgîr hebin li navçeyê, û ez bawer im ku em ê bibînin Sûriyê careke din cihê xwe di Komkara Erebî de bibîne, di lûtkeya erebî ya bê de.”

Lê Sekretetê Hevbendiya Sûrî ya Niştimanî Aram Dûmanî, ji heman bernameyê re got, ku ew bawer nake pêwendî li gel Şamê bên asayîkirin.

Sekretetê Hevbendiya Sûrî ya Niştimanî Aram Dûmanî dibêje: “Nexêr em bawer nakin ku asayîkirina pêwendiyan an jî vegerandina pêwendiyan hebe. Bi sedema daxistina Deriyên sînorî wekî Bab el-Hewa û Bab el-Selame, rejîma Sûriyê dixwaze civaka navdewletî şantaj bike, û bi sedema êşa gelê Sûriyê ew hewl dide civaka navdewletî şantaj bike, da ku ew civak vegere Şamê. Mixabin Dewletek heye ku alîkariya rejîma Sûriyê di vê şantajê de dike, bi taybet piştî karesata erdhejê, yek ji wan Dewletan jî Tirkiyê ye.”

Piştî erheja 6ê sibatê, Wezîrên derve yên her sê welatên Îmarat, Urdun û Misirê serdana ŞAmê kirin. Herweha Beşar el-Esed, serokê Sûriyê, bo yekem car, serdana Omanê kir û bi rêûresmên pirotokolî yên temam ji aliyê Siltanê wî welatî ve hat pêşwazîkirin.