NY: Li Sûriyê pêwîstiya bi hezaran welatiyên ziyandîtî bi alîkariya bilez heye
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Neteweyên Yekbûyî li gundê Kefir Lewzê yê parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê serdana kampên zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê dikn. Neteweyên Yekbûyî dibêje, pêwîstiya bi hezaran welatiyên zerardîtî yên Sûrî bi alîkariyên bilez heye.
Di demekê de wan krîzên mirovî wiha kiriye ku serkirdeyên cîhanê li Doha ya paytexta Qeterê kom bibin û kar bo baştirkirina rewşa wan welatan bikin ku di warê aborî de li paş mane.
Serokê Malawi Lazarus McCarthy Chakwera got "Em li vir in daku piştrast bibin ji wêya wan welatan piştguh nekin ku kêm geş bûne. Em kar dikin ji bo bibin welatên xwedî aboriyeke navîngir."
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, navê 52 welatan li cîhanê di lîsteya wan welatan de ye ku kêm geş bûne û wek welatên kêm geş bûne tên naskirin, piraniya wan jî welatên Afrîqayê ne û hejmareke kêm jî li Rojhilata Navîn in. Taybetmendiya wan welatan jî ew e ku dahata tak kêm e û aboriya wan jî lawaz e.
Neteweyên Yekbûyî daxwazê ji welatên pêşketî dike, alîkariya welatên nû dest bi geşbûnê kirine bikin heta ji vê rewşê rizgar bibin.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres dibêje "Geşbûna aborî karekî zehmet e, eger destê welatan negihe çavkaniyan. Dibe ev welat ji ber deynan bixeniqin û hê jî ji destê vê ne dadmendiya dîrokî dinalînin ku di serdema Coronayê de destê alîkariyê negihiştibû wan."
Berpirsên Neteweyên Yekbûyî hişyariyê didin ku deyn metirsiyeke mezin e li ber pêşketinê.
Berpirsê Rêxistina Berna ya Geşbûnê yê NY Achim Steiner ragihand "Rastî ew e ku niha rewş li welatên kêm geş bûne di warê deynê niştîmanî de zêde ciddî ye û xelkê wan welatan jî ji sedî 40ê hejarên cîhanê pêk tînin."
Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji wan 52 welatên cîhanê ku wek welatên kêm geş bûne tên naskirin, ji sedî 75ê xelkên wan di bin hêla hejariyê de dijîn û pêwîstiya wan jî bi alîkariya bilez heye.