Heleb: Koçber ji bo debara xwe êzingan dikin komir

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundewarê parêzgeha Helebê yê bakurê Sûriyeyê koçber ji bo bikin komir êzingan kom dikin.

Piştre komirê dibin bazarê û difiroşin daku bikarin debara jiyana malbatên xwe bikin.

Karkerê komirê Ebû Feysel anî ziman:

“Karê me bi qutkirina êzingan û amadekirina wan a bi qasî hev dest pê dike. Piştre em wan bi awayekî qubikî berhev dikin û bi pûş û pelên daran dinixumînin.

Piştre wan dixin binê erdê û heta 4,5 rojan agir berdidin wan.”

Bi gotina kedkarên pîşeya çêkirina komirê, ew di karê xwe de rûbirûyî çend astengiyan dibin, wek ji destdana tiliyan û nexweşiyên sîng û pişikê, zehmetiyên rewşa hewayê û nirxê erzan a li bazarê.

Her tonek bi 150-175 dolaran tê firotin

Xwediyê kargeha komirê Ebû Hamid jî got:

“Destpêkê ti tecrube li ba me nebû. Em ji malên xwe ji bo herêma Efrînê derbider bûn.

Li wir karê me yê serekî êzing û komir bû. Me nêzîkî 2-3 mehan kar kir heta ku em fêr bûn.”

Di salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de, ji ber nebûn an kêmbûna mazotê û bi hatina demsala zivistanê re xelkê berê xwe da bikaranîna êzing û komirê.

Li gundewarê bakur û bakurê rojavayê Sûriyeyê û li Efrîn û Kobaniyê jî bi dehan kargehên çêkirina komirê hatine vekirin.

Li bazarê li gorî kalîteya komirê her tonek di navbera 150 heta 175 dolaran de tê firotin.