Xalên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 3 salan ji rawestana civînên Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê, pêkhateyên wê desteyê li Cenêvê civiyan ji bo ku nakokiyên xwe çareser bikin.
Civînên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê îro Yekşemê 4ê Hezîran 2023yan li Cenêvê bidawî bûn.
Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê bi dirêjiya civînên herdu rojên 3 û 4ê ezîranê li Cenêvê, çend xalên jêrîn gotûbêj kirin:
- Gotûbêjkirina pêşhateyên siyasî, herêmî û navdewletî.
- Bilindkirina asta hevahengî û karê hevbeş.
- Aktîvkirina prosesa siyasî.
- Tekezîya li ser çareseriya li ser bingeha biryara 22.54 a navdewletî.
- Pêkanîna hevdîtin ligel hinek welatên bi bandor di dosyeya Sûriyê de.
Desteya Danûstandinan ji van pêkhateyan pêk tê:
- Îtîlafa Opozisyona Sûriyê
- Heyet el-Tensîq
- Platforma Qahîre
- Platforma Mosko
- Artêşa Niştimanî
- Kesayetiyên serbixwe