Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê alîgirên Esed digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî leşker û efserên berê yên desthilata Beşaer Esed berdewam dikin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bi tank û çekên giran li kolanên bajarê Himsê digerin.

HTŞ dibêje her kesê ku çekên xwe radest neke dê bê cezakirin.

Li ber çavê xelkê şkence tê kirin

Di dema girtina wan kesan de jî gelek binpêkirin çêdibin û li pêşiya çavê xelkê tên şkencekirin.

Endamê Hêza Ewlehiyê Ebû Umer got:

"Me tenê ji bo girtina kesên daxwazkirî û yên ku qebûl nakin çekên xwe radest bikin dest bi vî karî kir.

Ew efser û leşkerên xwebexş bûn ku li gel rejîma Beşar Esed kar dikirin."

Çekdar kolan bi kolan û mal bi mal digerin.

Her kesê ku çeka xwe radest neke, bi zorê jê tê standin û dibe ku şkence jî bibîne.

Eger agahî yan guman li ser kesekî hebe ku destê wî di şkencekirina xelkê de hebûye, çarenivîseke xirab li benda wî ye.

“Ev operasyon dê berdewam bikin”

Leşkerê Yekîneya Telheyê Ebû Talib Cebel jî got:

“Me hinek ji wan efserên kirine armanc ku razî nebûn çekên xwe deynin. Me li wan taxan dest danî ser gelek çekan.

Ev pêvajo dê heta ewlehî li tevahiya Himsê çêdibe berdewam bike"

Piştî rûxana desthilata Beşar Esed, Hims yek ji wan bajaran e ku herî zêde şer û pevçûnên çekdarên Heyeta Tehrîr El Şam û alîgirên Esed lê çêbûne.

Heman operasyon li bajarên Hama, Tertûs û Şamê jî hat kirin.

“Amadekarî ji bo derxistina qanûnekê tê kirin”

Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Şadî Weysî got:

"Amadekarî ji bo derxistina qanûnekê tê kirin da ku wan hemû tawanbarên reviyayî vegerînin ku di serdema rejîma Esed de destê wan di sûcan de hebû."

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li hinek bajarên Sûriyeyê navendên taybet bi radestkirina çekan vekirine û daxwaz kiriye ku leşker û çekdarên berê biçin çekên xwe teslîm bikin.