Hikûmeta Sûriyê rê nade kelûpel derbasî Şêx Meqsûdê bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyê rê nade kelûpelên xorakî derbasî taxa Şêx Meqsûd a ku li Helebê ye û Kurd lê dijîn bibin.

Fîrqeya 4an ya Hikûmeta Sûriyê rê nade kelûpelên xwarinê, şîrê zarokan û sotemenî derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn ên li Helebê bibin.

Hevserokê Encûmena taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê Rêveberiya Xweser got, li wan taxan ard û derman kêm bûne û sûtemenî nemaye û eger dorpêç berdewam bike ewê neçar bibin deriyên nexewşxane û firnan bigirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê - Sûriyê Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, ev meheke grûpên çekdar yên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve li her du bajarokên Nubul û Zehraa rê nadin xelkê Şehba û koçberên Efrînê bi otombêlên xwe biçin Helebê û vegerin û gelek astengiyan ji wan re çêdikin.