Hêzên Sûriyê 2 koçberên Efrînê li Helebê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyê 2 ciwanên Kurd ên koçberê Efrînê li Helebê girtine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “2 welatiyên Kurd ên koçberên Efrînê beriya 3 rojan li rêbenda Hêzên Ewlehiyê (Emin Dewlê) yên Hikûmeta Sûriyê, li nêzîkî Hola Mîdya li bajarê Helebê hatine girtin.”

Ibrahîm Şêxo got, “ew herdu welatiyên koçberên Efrînê ji nişteciyên Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ne, yek ji wan navê wî Şêro ye ku ji gundê Tirindê yê ser bi bajarê Efrînê ve ye û yê din jî bi navê Cîhad Ebdulrehman e û ji xelkê gundê Elî Karo yê ser bi nahiyeya Bilbilê ve ye.”

Li gor agahiyan, Şêro bi otomobîla xwe ya (KIA) dema xwestiye li rêbenda hêzên hikûemtê derbas bibe, hatiye girtin.

Cîhad jî li heman rêbendê bi tometa mameleya bi pereyên biyanî, ango (dolar) hatiye girtin. Li gor zanyariyan, dema hêzên hikûmeta Sûriyê, Cîhad teftîş kirine, milyonek lîreyên Sûrî pê re hebûye, herwiha di mobayla wî de jî nameyek bi vê naverokê dîtine ku 300 dolar jê re hatine şandin û dikare werbigire, û li ser wê yekê ew bi mameleya bi pereyên biyanî hatiye tometbarkirin û hatiye girtin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, ji Rûdawê re destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê yasayek ragihandine ku çi kesê bêhtir ji 300 hezar lîreyên Sûrî ligel wî bêne girtin, êdî hêzên ewlehiyê dest datînin ser wan pereyan, herwha serederiya bi dolar jî qedexe ye û kesên ku dolar bi wan re bêne dîtin, têne girtin.