Hejmara penaberên Sûriyeyê 2 milyon derbas kir

 Hewlêr(Rûdaw) - Komisyona karûbarên penaberan a Neteweyên Yekbûyî  ragihand :``hejmara penaberên Sûriyeyê li derve 2 milyon derbas kir``.

 

Li gor nûçeya AFP, serokê komisyonê Antonio Guterres got:`` Sûriyê bûye karesateke mirovî û koçberiyeke bê hempa di dîroka nû de li pey xwe aniye``.

 

Guterres diyar kir ku heta sibeha roja sêşemê, hejmara penaberên Sûriyê gihitşiye bêtirî 2 milyon penaber.

 

Ji aliyê xwe  ev şandera taybet ya komisyona penaberan hişyarî da ku eger rewş li Sûriyeyê wiha berdewam be, dê hejmara penaberan zêdetir bibe û dibe ku hin welatên cîranê Sûriyeyê bigihin xala têkçûnê.

 

Li gora amarên komisyona penaberan 97% ji penaberên Sûriyeyê li Libnan, Urdun, Tikriyê û Başûrê Kurdistanê ne.

 

Komsiyonê her wiha got:`` her roj nêzîkî 5 hezar kes ji Sûriyê direvin``.