Rojnameyên sûrî girîngî dane rewşa Minbic û Rojhilatê Firatê

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameyên Sûrî yên ku roja pêncşemê li Şamê derçûne, di manşêt û mijarên xwe yên sereke de, roniyê didin ser mijara vekişîna şervanên Kurd ji Minbic, helwesta Donald Trump û Emmanuel Macron ji Sûriyê, û vegera koçberên rojhilatê Helebê.

 

Rojnameya El-Weten ku weke rojnameyeke nefermî xwe dide nasîn, gotarek li ser rewşa Minbic û rojhilatê Feratê weşandiye.

 

Rojnameya El-Wetenê ragihandiye,  vekişîna hêzên Kurdî ji Minbic li gorî rêkeftinekê hatiye kirin. Li gorî Rêkeftinê, divê ji destpêka meha çille ve, jiyana normal vegere bakurê Sûriyê.

 

Heman rojnameyê daye xuyakirin, nêzî 400 şervanên kurd ji Minbic vekişiyane û di rêya Qereqozaqê re çûne rojhilatê Feratê.

 

El-Weten di baeteke din de dibêje, Moskow û Enqere hevtêgihiştin kirine. Minbic û derdora wê vedigerin jêr serpereştiya dewleta Sûrî. Herwiha li rojhilatê Feratê, çekên giran ji grûpên Kurdî dê bêne wergirtin û siberoja wê herêmê û vegera saziyên dewletê di civîna Astana ya bê de dê bên behskirin.

 

Ji aliyê xwe ve rojnameya El-Sewre ya fermî, di gotarekê de rexneyên tund li Helwesta Trump û Macron digire.


Li gorî El-Sewre, “careke din, serokê Amerîka Donald Trump li ser werîsên durûtiyê dilîze da ku xwe ji biryara vekişandina hêzên welatê xwe vedize.”

 

El-Sewre dibêje: “Daxuyaniyên Macron derbarê berdewamiya şerê dijî terorê di çarçoveya Hevpeymaniya Amerîkî de, nîşana wê yekê ye ku Fransa bi niyaze dirêjiyê bi mana hêzên xwe li Sûriyê bide.”

 

Herçî rojnameya Tişrîn e ku yek ji sê rojnameyên fermî yên Sûriyê ye, gotarek li ser vegera koçberan ji bo rojhilatê Helebê weşandiye.

 

Tişrînê ragihandiye: “Bi dehan koçberên Sûrî di rêya bajarokê el-Tayhe ser bi Minbic vegeriyane gundên xwe li rojhilatê Helebê.”

 

Di gota rojnameya Tişrîn de hatiye ku, vegera koçberan piştî wê yekê tê ku artêşas Sûriyê deverên wan kontrol kirine.