Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî balafirxaneya Helebê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Balafirxaneya Helebê û çend pêgehên din li derdora wî bajarî kirin.
Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, balafirên şer ên Îsraîlê, derdora demjimêr 23.35 êrîşî Balafirxaneya Helebê û çend pêgehên din li derdora wî bajarî kirine.
Ajansa fermî ya Sûriyê ragihandiye ku di êrîşê de, serbazekî Sûrî hatiye kuştin û 5 serbazên din birîndar bûne û herwiha 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Her li gor SANAyê, balafirên Îsraîlê ji aliyê başûrê Sûriyê ve êrîş kirine û di encama êrîşê de, Balafirxaneya Navdewletî ya Helebê ji kar ketiye.