HSDê ji bo rizgarkirina sivîlan korîdorek vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran xelkê sivîl, ji bajarokê Baxoz yê li ser çemê Ferat yê Sûriyê reviyan û Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD) korîdoreke aram ji wan re vekir û tedbîrên pêwîst ji bo ewlekarî û bicihkirina wan wergirtin, da ku di demeke nêzîk de, wan veguhêzên kampên li Hesekêya Rojavayê Kurdistanê.

 

Li gorî çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD) ji ber şerê wan li dijî DAIŞê li Rojhilatê Dêre Zorê, zêdeyî 27 hezar sivîl ji deverên şer, ber bi deverên wan ên aram ve reviyane.

 

Serokê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî diyar kir: “Wek hûn dibînin, em niha ser sînorê bajarokê Baxoz in, di mehên derbasbûyî de me di got DAIŞ sivîlan wek mertalên şer bikar tîne, lê medyayê bawerî nedikir, ev çar-pênc roj in nêzîkî 4 heta 5 hezar sivîl ji hemû neteweyan ji Baxoz direvin, komîteyên taybet navên zarok, jin û mêran û herwiha navên biyaniyan jî tomar dikin, me hemû pêdiviyên lojestîk û tendirustî ji wan re peyda kirine û piştre em ê wan veguhêzin kampên Hol û Şedadî li Hesekê.”

 

Şervanên HSDê û komîteyên taybet xelkê reviyayî yê Baxozê pêşwazî dikin, piştre nan û av didin wan, herwiha birîndar û nexweşan jî derman dikin.

 

Koçberekî bi navê Hecî Ubeyd dibêje: “Em derketin, piştî ji me re gotin derkevin  ber bi deverên aram ve, em jî ji deverên DAIŞê derketin û hatin deverên hêzên Kurdî, sipas ji Xwedê re niha rewşa me aram e, em dixwazin nan bidin zarokên me, herwiha wan germ bikin, em bêalî ne, ti peywendiyên me ne bi DAIŞê re û ne bi hêzên Kurdî re tine, tenê me cihekî aram divê, ku têde bixwin û razên.”

 

Li gor çavkaniyên HSDê ji ber şerê wan dijî DAIŞê li gund û bajarokên Hecîn, Sûse, Şehfe û Baxoz zêdeyî 27 hezar sivîl ji deverên şer ber bi deverên wan ên aram ve reviyane, di nav wan de jî hinek çekdarên DAIŞê yên tevlêhevker hebûn.